Muxafizên Şoreşê yên Îranê roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navenda fermandariyê ya operasyonên taybet a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li herêma El-Tanf a li Sûriyeyê xistine. Medya dewletê ya Îranê diyar kir ku êriş weke bersiva li êrişa li Îranşahrê hatiye kirin ku di encamê e leşkerên Îranî jiyana xwe ji dest dan.
DYE'yê meha Sibatê ragihandibû ku xwe ji baregeha El-Tanfê vekişandiye û kontrola baregehê radestî artêşa Sûriyeyê kiriye.
JI DYE'YÊ ÊRIŞÊN ŞEVA ŞEŞEMÎN
Li aliyê din, artêşa DYE'yê ragihand ku di şeva şeşemîn de êrişên xwe yên hewayî yên li ser Îranê dewam kiriye. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku sîstemên çavdêriya peravî, tesîsên parastina hewayî, binesaziya lojîstîkî ya leşkerî û tesîsên deryayî jî di nav de li dehan hedefên leşkerî xistine.
ÎRANÊ GEF XWAR
Îranê jî îdîa kir ku êriş li hemberî sivîlan hatiye kirin. Berdevkê artêşa Îranê got, "Eger DYE êrişê bibe ser binesaziya Komara Îslamê hemû navendên xwe yên li herêmê wê ji bo Îranê bibin hedefên rewa." Bi vî rengî têkildarî hedefên li welatên Kendavê hişyarî da.
KÛWEYT, QATAR Û BAHREYN DI ALARMÊ DE NE
Hêzên çekdar ên Kûweyt û Qatarê ragihandin ku sibeha Înê bûn hedefa êrişên hewayî. Li Bahreynê sîrenên êrişa hewayî 2 caran kete dewrê.
Rayedarekî leşkerî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û anî ziman ku bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî li nuqteyên leşkerî yên DYE'yê yên li Kûweytê xistin.
PAKISTANÊ BANGA MUZAKEREYÊ KIR
Pakistan ku li herêmê hewldanên navbeynkariyê dike, bang li aliyan kir ku şer rawestînin û jinûve dest bi muzakereyê bikin. Lê belê muzakerevanê sereke yê Îranê Muhammed Bakir Galibaf got, "Peymanek dema ku xalên wê derbasdar bin û bi cih bêne anîn, hingî bi wate ye" û di van mercan de xwe ji lihevkirinê vegirt.
QESRA SPÎ: EM HÎN JÎ JI DÎPLOMASIYÊ RE VEKIRÎ NE
Berdevka Qesra Spî Karoline Keavitt jî diyar kir ku Donald Trump hîn jî ji dîplomasiyê re vekiriye.
Piştî ku Îranê hefteya derbasbûyî Tengava Hurmuzê li trafîkê girt, çûn û hatina keştiyan gelekî kêm bû. Li gel vê yekê li bazara navneteweyî buhayê warîleke petrola Brentê roja Înê di asta 85 dolarî de bû.